Mamosteyê pol kir wekî okyanosê

Zarok derbarê okyanûs û noqaviyê de agahiyên nû hîn bûn.

Mamosteyê pol kir wekî okyanosê

Esra Bozat li mekteba seratayî ya Kercosê mamoste ye. Wê ji bo zarokan çalakiya okyanos û behrê çêkir. Ji midûriya ciwaniyê pisporên sporê hatin dibistanê û agahî dan zarokan. Zarok bi vê çalakiyê him hîn bûn him jî kêf kirin.

Li Dibistana Seratayî ya Kercosê ji bo zarokan çalakiya okyanos û behrê hat lidarxistin.

Mamoste Esra Bozatê, poleke mektebê kir wekî behrê.

Mamoste Esra Bozat got, ‘’Hin zarok bûn masî, hin bûn kaptan hin jî bûn korsan. Em dixwazin zarokên me bi kêfxweşî tiştên nû hîn bibin. Ger wisa hîn bibin di pêşerojê de jî qet jibîr nakin.”

Ji Midûriya Ciwanî û Sporê pispor hatin dibistanê û derbarê noqaviyê de agahî dan zarokan.

Mamosteya jêhatî dibêje ji bo ku zarok tiştên ku hîn bûne ji bîr nekin em çalakiyên wisa dikin.

Zarok him kêf kirin him jî derbarê okyanos û behrê de agahiyên nû hîn bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE