Mamosteyan dibistana xwe kir wek kolej

Bi xebata mamosteyan mekteba gundê Hasanhanê bû wek dibistaneke taybet

Mamosteyan dibistana xwe kir wek kolej

Li Aralıka Iğdırê mamosteyên dibistanan navîn a li gundê hesexanê, di heyama şewbê de ji bo dibistanan xwe xebitîn. Bi xebata mamosteyan mekteba gund bû mîna dibistaneke taybet.. Em ê niha dîmenên wê mektebê bînin ser ekranê.

Him dora dibistanê xweş e, him nava wê hatiye şûştin û paqijkirin, him jî polên taybet ên wek huner û teknolojiyê hatine vekirin.

Ev dîmen ji Mekteba Navîn a Şehîdên 8ê Îlonê ne.

Dibistana li gundê Hesexanê yê Aralıka navçeya Iğdırê ye.

Mamosteyên dibistanê di heyama şewbê de him ji bo perwerdeya ji dûr ve xebitîn, him jî ji bo dibistanan xwe ked dan.

Bi ked û xebata mamosteyan li dibistana gund polên huner û teknolojiyê hatin vekirin.

Ji bo zarokan jî polên tije pêlîstok hatin amadekirin.

Midûrê Dibistanê Adem Çakmak got,”Em dixwazin li dibistana xwe perwerdehiyeke baş bidin xwendekarên xwe.”

“Me dibistana xwe kir wek kolej. Em dixwazin xwendekarên me yên gund xwe tenê hîs nekin, zêdetir li ser dersên xwe bixebitin û perwerdehiyeke baş bibînin.”

Bi vî awayî dibistana gund bû wek kolejekê.

Him mamoste him jî xwendekar ji rewşa dibistana xwe gelek kêfxweş in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE