Mamosteyên berê û yên nû hatin ba hev

Him hev nas kirin him jî guh dan mamosteyên xwedîtecrûbe

Mamosteyên berê û yên nû hatin ba hev

Şaxa Midyadê ya Eğîtîm-Bîr-Sen’ê ji bo mamosteyên ku nû tayînî navçeyê bûn xwarin da. Mamosteyan li ser sifra taştê him hevdu nas kirin him jî pirsgirêkên xwe ji rayedaran re gotin.

Her yek ji wan ji bajarekî cuda hatin Midyada Mêrdînê.

Şaxa Midyadê ya Egîtîm-Bîr-Sen’ê ji bo ku mamosteyên nû hevdû nas bikin û hînî navçeyê bibin taşteyek amade kir.

Mamosteyên ku bi salan e li Midyadê dixebitin bi wan re sohbet kirin, ji mamosteyên nû re tecrûbeyên xwe vegotin.

Rayedarên Egîtîm-Bîr-Sen’ê piştgiriyên xwe anîn ziman û gotin kengî hewce be ew ê li ba mamosteyan bin.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE