Mamosteyên fedakar

Gund bi gund digerin û bi xwendekaran re mijûl dibin.

Mamosteyên fedakar

Mamosteyên li Vartoya Muşê, ji bo xwendekarên ku înterneta wan tune ye û nikarin bi rehetî dersên xwe bixebitin, gund bi gund, zozan bi zozan digerin û bi xwendekarên xwe re tên ba hev. Mamoste, di serdanê de him bi dersên xwendekaran re mijûl dibin, him jî bi wan re spartekan çêdikin û dilîzin.

Heyama nû ya mekteban dest pê lir.

Lê ji ber rîska şewba koronayê, dersên xwendekaran ji dûr ve tên dayîn.

Lêbelê hin mamoste hene ku di vê rewşê de jî dîsa dev ji xwendekaran bernadin û bi awayekî bi wan re mijûl dibin.

Mamosteyên ku li Vartoya Muşê dixebitin, him ji bo ziyareta xwendekarên xwe him jî bo dersdayîn û kontrola dersan gund bi gund digerin.

Mamosteyên ku ji bo pewrerdeya xwendekaran li gund û zozanan digerin, dema bi wan re tên ba gev, him dersa wan hînî wan dikin, him jî ji bo xwendinê pirtûkan didin wan.

Malbatên xwendekaran ji bo vê fedakariya mamosteyan spasî wan dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE