Mamosteyên kedkar haziriyên dawî dikin

Alîkara Midûr zend û bend hildan û hesinên dibistanê boyax kirin

Mamosteyên kedkar haziriyên dawî dikin

Li Depa Elazîzê, alîkara midûrê zarokistanê zend û bendên xwe hildan û hesinên dibistanê boyax kirin. Mamoste neslîhanê, bi vîdeoya ku parve kir keda mamosteyan nîşanî me da.

Mamosteyên kedkar bi tenê dersan nadin xwendekaran.

Her wiha ji bo ku zarok ji dibistana xwe hez bikin û dilê wan xweş bikin kedeke mezin didin.

Herî dawî, Alîkara Midûrê Zarokistana Depê Mamoste Neslîhanê bi vîdeoya ku parve kir keda mamosteyan nîşan da.

Mamoste Neslîhanê şalê yê herêmî li xwe kir û bi firçeyê hesinên dibistanê boyax kirin.

Mamoste Neslîhan: Mamosteyên me jî alîkariyê didin. Lê ji ber ku kar û barên wan zêde bû, niha ez bi tenê van hesinan boyax dikim. min hesinên dibistanê rengo reng boyax kirin. zarok bi tiştên wisa gelek kêfxweş dibin. Ev ne bi tenê karê mêran e. Ji xwe di mala bavê xwe de jî keça malê ya bi tenê bûm. Ji ber vê yekê her çiqas ez ne pispor bim jî ez karên vî rengî dizanim.

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2018, 11:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE