Xwendekaran gotin ‘’Me bêriya dibistanê kir’’ mamoste jî ew ne şikandin. Li hewşa dibistanê bi 6 xwendekaran re li gorî mesafeya civakî ders hat kirin.
LI gundê Sêvika Jorîn ê Bingölê mamoste Emine Aydemirê mase danî hewşa dibistanê…
Textê dersê û hemû amûrên dibistanê baş paqij kirin û li hewşê ders da...
Mamoste Aydemir got, ‘’Li ser daxwaza xwendekaran min hewşa dibistanê kir wek pol. Jixwe hewşa dibistana me gelek fireh e loma tu pirsgirêk çênebû.’’
Xwendekarên wê jê re gotibûn: ‘’me pir bêriya dibistanê kir’’ wê jî xwendekarên xwe neşikandin.
Him hevûdû dîtin him jî piştî demeke dirêj bi hev re ders kirin.