Mekteba prefabrîk ji nû ve hat vekirin

Mamoste û xwendekaran bi hev re mekteba xwe amade kir.

Mekteba prefabrîk ji nû ve hat vekirin

Mekteba prefabrîk ku di sala 1976an de piştî erdheja mezin li bêgiriya wanê hatibû avakirin bi salan vala û bêxwedî mabû. Mekteba ku li ber xerabûnê bû li ser daxwaza mamosteyên gundê Ûteyê li hewşa mekteba berê hat montekirin. Mamoste û xwendekaran bi kêf û coşeke mezin li mekteba xwe ya nû û biçûk dest bi dersan kirin.

Bi salan bêxwedî û li ber xerabûnê mabû. Lê bi xîret û daxwaza mamosteyan ji nû ve hat vekirin.

Mekteba prefabrîk ku piştî erdheja 1976an li Bêgiriya Wanê hatibû avakirin li ser xwestek û daxwaza mamosteyan li hewşa mekteba gundê Ûtyê hat montekirin.

Beriya vekirina dibistanê mamoste û xwendekaran bi rojan mekteba xwe ji bo dersan amade kirin.

Piştî her tişt qediya mamoste û xwendekaran bi kêf û coşeke mezin deriyê mekteba xwe ya nû vekirin û dest bi dersan kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE