Merasîma terfiya dînî ya suryaniyan

Li Dêra Mor Gabrielê piştî 13 salan merasîma terfiya dînî hat kirin

Merasîma terfiya dînî ya suryaniyan

Li gundê bakisyana Mêrdînê 13 sal şûnde cara ewil li dêra Mor Gabrielê ayîna terfiya dînî ya bi navê “xorî” hat lidarxistin. Welatiyên suryanî gelek bi kelecan bûn. Di ayînê keşîşê mor gabrîelê bû xorî.

Suryaniyên ji çar aliyên Tirkiyê û derwelêt ji bo tev li merasîma terfiya dînî bibin hatin gundê Bakisyana Midyadê.

Ev merasîm piştî 13 salan cara ewil li Dêra Mor Gabrielê ya li gundê Suryaniyan hat kirin.

Ji vê merasîmê re tê gotin “Merasîma Xorî” û li gorî vê yekê keşîşên ku terfî digrin dibin Xorî û cibeyeke nû li xwe dikin.

Patrîkê Dêrên Ortodoks ên Suryanî Afrem Kerîm, terfiya keşîşê Midyadî Gabriel Aktaş kir û Aktaş bû Xorî Epîskopos.

Di merasîmê de Suryaniyan bi hevre dia kir, lawij xwendin û piştre jî xwarin xwarin.

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE