Navenda Ezmûnê ya Înternetê hat vekirin

Êdî xwendekar û welatî ji bo ezmûnan wê neçin bajarên din.

Navenda Ezmûnê ya Înternetê hat vekirin

Li Bêşebaba Şirnexê Navenda Ezmûnê ya Înternetê hat vekirin. Beriya vê, xwendekar û welatî ji bo ezmûnan diçûn bajarên din. Êdî dikarin li navçeya xwe beşdarî ezmûnên li ser înternetê bibin.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî li hemû bajaran ji bo ezmûnên li ser înternetê navendan vedike.

Herî dawî li navçeya Bêşababê ya Şirnexê navenda ezmûnên li ser înternetê hat vekirin.

Rayedarên bajêr, mamosteyên Midûriya Perwerdeya Neteweyî û nûnerên partiyan beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Welatî û xwendekar ji bo ezmûnên li ser înternetê diçûn bajarên din.

Êdî ji vir û pê ve ezmûn wê li navçeyê bên çêkirin. Welatî jî ji bo ezmûnan wê neçin bajarên din û newestin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE