Li Kahtaya Adıyamanê ji bo xwendekarên astengdar navenda perwerdeya taybet hat vekirin. Li navendê xwendekarên astengdar û otîstîk, ji serşûştinê bigirin heta lixwekirina cil û begran wê di gelek waran de bên perwerdekirin.
Li navçeya Kahtayê ya Adıyamanê Dibistana Sepandina Perwerdeya Taybet ji bo xwendekarên astengdar projeyeke da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de li dibistanê Navenda Perwerdeya Taybet hat vekirin.
Xwendekarên astengdar û yên otîstîk wê li navendê werin perwerdekirin.
Navenda perwerdeyê wek xaniyekî hatiye avakkirin.
Zarok wê li navandê ji serşûştinê heta lixwekirina cil û bergan gelek tiştan hîn bibin.
Bi vê projeyê tê plankirin ku zarok piştî perwerdeyê karibin bi tena serê xwe kar û barên xwe yên taybet bikin û hewceyî kesî nebin.