Navendên perwerdehiyê yên pîşesaziyê

Xwendekar li aliyekî dixwînin li aliyê din ve pere qezenc dikin.

Navendên perwerdehiyê yên pîşesaziyê

Bi modela navendên perwerdehiyê yên pîşesaziyê ve xwendekar him di dibistanan de hînî pîşeyê dibin him jî pere qezenc dikin. Bi vî awayî ciwan bi kêrî xwe û malbatên xwe tên.

Li Şirnexê di nav 2 mehan de hejmara xwendekarên navenda perwerdehiyê ya pîşeyê ji 500î derket 5 hezar û 350yî.

Xwendekar pasteyan çêdikin, dirûnê dikin, motorên erebeyan tamîr dikin. Bi vî awayî di kîjan beşê de bixwazin dikarin bibin xwedîpîşe.

Hinek ji xwendekaran perwerdehiya xwe nîvî hîştibûn. Niha careke din vegeriyane ku perwerdehiya xwe biqedînin û bibin xwediyê karekê.

Xwendekar di hefteyê de rojekê dersan digirin, 4 rojan jî li kargehan bi alikariya hostayan ve hînî kar dibin.

Mamosteyê kursiyeran dibêje wê di dawiya bernameyê de dîplomayên xwe bigrin.

Xwendekarên di polên 9, 10 û 11an de ji sisêyan yekê buhayê asgarî, yên di pola 12an de ne jî nîvê buhayê asgarî distînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE