Navendên Piştgiriyê yên EBA’yê

Ji bo xwendekaran li 53 dibistanan cihên înternetê hatin vekirin

Navendên Piştgiriyê yên EBA’yê

Li welêt ji ber şewba koronayê perwerdeya ji dûr ve dest pê kiribû. Lê înterneta hin xwendekaran tune bû. Li Bingölê ji bo wan xwendekaran li 53 dibistanan navendên înternetê hatin vekirin.

Heyema perwerdeya 2020-2021an bi perwerdeya ji dûr ve dest pê kir.

Xwendekar îsal li ser EBA’yê wê perwerdeyê bibînin.

Lê li mala her xwendekarî înternet tune ye.

Li bajarê Bingölê ji bo wan xwendekaran navendên piştgiriyê yên EBA’yê hatin amadekirin.

Bi tevahî li 53 dibistanan ev navend hatin vekirin.

Xwendekarên ku înterneta wan tune ye, niha li van navendan dersê dibînin. Lê ji ber şewbê xwendekar kom bi kom tên van dibistanan.

Bi saya van navendan xwendekar dikarin bi rehetî dersên xwe bişxulin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE