ÖSYM’ê derbarê saeta ezmûna kpss’ê de hişyarî da. Di hişyariyê de hat ragihandin; piştî saet 10an wê deriyên avahiyên ezmûnê bên girtin û yê dereng bimîne wê nikaribe bikeve ezmûnê.
ÖSYM’ê li ser medyaya civakî peyamek weşand û got: “Ezmûna KPPS’ê ya hîndekariya navîn 7ê Cotmehê, roja yekşemê di saet 10an de bê kirin.
Hat gotin bila kes dereng nemîne ezmûnê lewra wê piştî saet dehan kes nikaribe bikeve avahiya ezmûnê.
Di daxuyaniya ÖSYM’ê de hat gotin ji bo kontrola nasnameyan û ewlehiyê bila namzed saetek deriya ezmûnê li ber mektebên xwe bin.
Kesên ku dikevin ezmûnê, divê belgeya têketinê û nasnameyên xwe jî li ba xwe bînin.