Serokê OSYMyê Halîs Aygun ragihand ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bernameya îmtihanan ya OSYMyê ya 2020an rojane kirine û wiha got: "Dîrokên îmtihanan ji nû va hatin destnîşankirin. Wê li gor mufredat û destkeftiyên YSK û MEBê bin."
Testa Agahiyên Beşê ya KPSSyê wê di 12-13yê Îlonê da û rûniştinên Zanistên Perwerdeyê-Çanda Giştî-Qabiliyeta Giştî di 6ê Îlonê da be.
Testa Agahiyên Beşê ya Mamostetiyê ya KPSSyê wê di 20ê Îlonê da û Îmtihana Derbasbûna Beşê di 9ê Tebaxê da be.
KPSSya pêşlîsansan di 25ê Cotmehê da û ya mezûnên lîseyan wê di 22yê Mijdarê da be.AA