Prof. Dr. Halîs Aygunê Serokê OSYMyê diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ezmûnên ALES/2, YOKDÎL/2, DUS-STS Hekimtiya Diranan, e-YDS/13, DÎB-MBSTS, YDUS û DHBTya di Teqwîma Ezmûnên 2020î da cî digirtin hatin taloqkirin.
Aygun li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:
"Li gor tevdîrên Serokomariya me di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da hilda ezmûnên ALES/2, YOKDÎL/2, DUS-STS Hekimtiya Diranan, e-YDS/13, DÎB-MBSTS, YDUS û DHBTya di Teqwîma Ezmûnên 2020î da cî digirtin hatin taloqkirin. Li gor rewşa nexweşiyê ya li welêt û biryarên Wezareta Tenduristiyê ezmûnê di dîrokeke din da werin kirin û roja wan jî paşê were îlankirin.
Wekî mayîn li gor teqwîma OSYMyê ezmûnên hatibûn taloqkirin li gor pîlanan ew ê di berfanbarê da bihatina kirin.
AA