OSYMyê salnameya ezmûnên 2020an eşkere kir

Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) wê di navbera 20-21ê Hezîrana 2020an da çêbibe

OSYMyê salnameya ezmûnên 2020an eşkere kir

 Salnameya Ezmûn û Eşkerekirina Encamên Ezmûnan ya 2020an ji hêla Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) va li ser malpera înternetê osym.gov.tryê hat eşkerekirin.

Li gor salnameya ezmûnên OSYMyê, Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) wê di navbera 20-21ê Hezîrana 2020an da çêbibe. Serlêdanên YKSyê wê di navbera 6ê Sibatê û 3yê Adarê da çêbibin û encamên wê jî wê di 23yê Tîrmehê da bêne eşkerekirin.

Ezmûna Derbasbûna Lîsansê (DGS) jî wê di 5ê Tîrmehê da çêbibe. Encamên vê ezmûnê wê di 29ê Tîrmehê da bêne eşkerekirin.

Rûniştina ewil a Ezmûna Hilbijartina Personelên Kamuyê (KPSS) wê di 19ê Tîrmehê da, rûniştina duyem jî wê di 26ê Tîrmehê da çêbibe.

Ezmûna Agahiya Qadê ya Mamostetiyê ya KPSSyê jî wê di 9ê Tebaxê da çêbibe. Encamên KPSSyê wê di 10ê Îlonê da bêne eşkerekirin.

Ezmûna KPSSyê ya pêşlîsansê wê di 18ê Cotmehê da çêbibe, encamên wê jî di 12ê Mijdarê da wê bê eşkerekirin.

Ezmûna Perwerdeya Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (ALES/1) wê di 3yê Gulanê da çêbibe, encamên wê di 28ê Gulanê da wê bê eşkerekirin. Ezmûna ALES/2 wê di 20ê Îlonê da çêbibe û encamên wê di 15ê Cotmehê da bê eşkerekirin. Ezmûna ALES/3 jî wê di 29ê Mijdarê da çêbibe û encamên wê jî di 24ê Çileya Pêşîn da wê bê eşkerekirin.

Salname li ser malpera înternetê osym.gov.tryê hat weşandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE