Otêla ajalên biçûk

Zarok him xwezayê ji nêz ve dişopînin him jî hînî hezkirina ajalan dibin.

Otêla ajalên biçûk

Zarokên Dibistana Dayingehê, ji bo mêş û moz, kêzik û kurman otêlek ava kirin. Mamosteyên mektebê dixwazin zarok bi çavên xwe ajalên biçûk bibînin û ji xwezayê hez bikin.

Di vê otêlê de nêzî hezar heb ode hene. Ji xwe mêvanên otêlê jî pir biçûk in.

Li Mêrdînê, mamosteyên dibistana dayingehê ji bo biçûkan projeyeke xwezayê amade kirin.

Zarok û mamosteyan bi hev re ji bermayî û gihayan otêlek ava kir.

Mêvanên vê otêlê jî, mêş, moz, kêzik û kurm in.

Bi saya projeyên bi vî rengî zarok gava hîn dibin kêf û şahiyê jî dikin.

Ligel vê biçûk an jî mezin, bi wan re hezkirina ajalan peyda dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE