Mehmet Aydin li Diyarbekirê mamosteyê dersa matematîkê ye. Bavê wî bi nexweşiya koronayê ket. Ew li nexweşxaneyê li benda temambûna tedawiya bavê xwe ye. Mamoste aydin li nexweşxaneyê jî nexwest zarok ji dersan bimînin û li ser înternetê dersên xwe dewam kir.
Mehmet Aydin mamosteyê dersa Matematîkê ye.
Bavê wî bi nexweşiya koronayê ket û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê tedawiya wî dewam dike.
Aydin li nexweşxaneyê li benda temambûna tedawiya bavê xwe ye.
Mehmet Aydin li aliyekî jî naxwaze ku xwendekarên wî ji dersên xwe bimînin.
Bi tableta di dest de li ser înternetê dersa wan dide.
Mehmet Aydin di serî de li derve li ser kursiyekî dersa xwe dikir lê rêveberiya nexweşxaneyê odeyek nîşanî wî daye û destûr daye ku li wir dersên xwe bike.
Daxwaza mamoste ew e ku xwendekarên wî serkeftî bin.