Perwerdeya ji dûr ve dewam dike

Wezîr Selçuk: Heta 31ê Gulanê perwerdeya ji dûr ve wê dewam bike

Perwerdeya ji dûr ve dewam dike

Bi milyonan telebe û dê û bav ev pirs meraq dikirin û Wezîrê Perwerdê Ziya Selçuk, bersiva vê da û got: heta 31ê gulanê perwerdeya ji dûr ve wê dewam bike.

Wezîr Selçuk: Li gorî pêşniyazên lijneya zanistê, me qerar da ku perwerdeya ji dûr ve heta 31ê gulanê dewam bike

Xwendekar heta dawiya Gulanê wê li malên xwe bin û ji dûr ve dersan bigrin.

Wezîr Selçuk: ji bo zarokên me niha cihê herî ewle, malên wan in. lazim e em tevdîran ji dest bernedin û sebir bikin.”

Xwendekar, tenê wê ji notên xwe yên heyama ewil mesûl bin, di heyama 2yan de not tune ne. Hemû xwendekar wê derbasî pola berjortin bibin.

Wezîr Selçuk: Notên heyama ewil wê derbasdar bin. notên wan çi dibe bila bibe, telebeyên me wê derbasî pola jortir bibin lê bi berpirsiyarî.

Lê gelo, Îmtihana Têketina Lîseyê, yanî LGS wê di 7ê Hezîranê de bê kirin an na.

Wezîr Selçuk: Roja duşemê, piştî civîna kabînê wê serokê me vê eşkere bike. niha ji bo vê em bi wezareta tenduristiyê û lijneya zanistê re şêwr û mişêwran datînin. li ser vê meselê jî em ê hemû tevdîrên hewce bigrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE