Perwerdeya ji dûr ve

Mamoste pergala EBAyê bi vîdeoyan nîşan didin

Perwerdeya ji dûr ve

Ji ber vîrûsa koronayê pergala perwerdeya ji dûr ve dest pê kir. Li Kahtaya Adiyamanê mamosteyan pergala ebayê bi vîdeoyan nîşanî xwendekaran kir.

Ji ber tevdîrên vîrûsa koronayê xwendekar dersên xwe ji dûr ve taqîp dikin.

Li Kahtaya Adiyamanê mamosteyên Dibistana Şehîd Murat Toprak ji bo xwendekaran dîmenên dersan girtin û bi xwendekaran re parve kirin.

Di vîdeoyan de xwendekar derbarê teqîbkirina dersên EBAyê de hatin agahdarkirin. Her wiha mamoste dersan didin xwendekaran û taqîba dersan jî dikin.

Heta talûkeya şewba koronayê derbas bibe wê sîstema ji dûr ve dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE