''Perwerdeya ji dûr ve wê roja duşemê dest pê bike''

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ji bo dersên perwerdeya ji dûr va got: "Wê duşemê di saet 09.00an da dest pê bike. Ders wek dibistanê 40 deqîqe nînin, wê 20 deqîqe bin."

''Perwerdeya ji dûr ve wê roja duşemê dest pê bike''

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk bû mêvanê Maseya Edîtorên Ajansa Anadoluyê (AA) û pirsên jê hatin kirin bersivand.

Civîna Maseya Edîtorên AAyê di saet 11.00î da dest kir û Selçuk di civînê da pirsên li ser rojeva perwerdeyê hatin kirin bersivand û li ser mijarên dihatin meraqkirin axivî.

Ji axaftinên Wezîr Selçuk hin sernavên derketin pêş ev in:

"Em ê ezmûnan ji dersên rûbirû hatin dayîn bikin.

(Tetîlkirina xwendingehan) Ji bo dirêjkirin an jî dirêjnekirina vê pêvajoyê amadehî û senaryoyên me hene.

Hemû welatî bira ewle bin, em ê her tim hiqûqa zarok û xwendekarên xwe biparêzin.

Bi perwerdeya li ser televizyonê perwerdeyeke tam nayê dayîn em vê dibînin û mecbûr in tevdîran hildin.

Hefteya duyan tetîl nîne ji dûr va perwerde heye. Dirêjkirina an dirêjnekirin ew ê bi biryara Lijneya Zanistê were dayîn.

Xwendekaran rûbirû çi perwerde sitandibin naveroka azmûnan jî dê ew be.

Ji duh pê va 900 milyon xwendekar li dibistanê nînin. Li hemû dinyayê nêzî milyarek xwendekar naçin dibistanê. Ev jimar wê zêde bibe.

Perwerdeya em li ser televizyonê bidin ew ê di heman demê da bi mijarên berê ra û perwerdeya rûbirû ra eleqedar be.

(Tetîlkirina xwendingehan) Ji bo dirêjkirina an dirêjnekirina vê amadehî û senaryoyên me hene.

(Perwerdeya ji dûr va) Hemû ekîb û naverok û qeyd hatin temamkirin.

Me ew bername amade kir ku qursên temamkirina kêmasiyan, ji bo telafiyên ku vîrus bû sedem, verast dike.

Vê gavê navenda perwerdeya me ya dûrva têlevîzyon e, lewra ji bo gihîştina înternetê hin sînordarkirin hene.

(Dersên perwerdeya ji dûr va) Wê duşemê di saet 09.00an da dest pê bike. Ders wek dibistanê 40 deqîqe nînin, wê 20 deqîqe bin.

Nexasim ji bo zarokên ku di sala azmûnê da ne, xebatên me yên ekstra hene. Bo nimûne polên sanal.

(Perwerdeya ji dûr va) Em bêjin zarokan temaşe nekir û ders çû. Saetên dubarekirinê hene. Dibistan û lîse cuda ne. Ev hemû amade ne.

(Polên sanal) Teqwîma van, kêngî û li kîjan bajarî dê di kîjan saetê da vebe, ev hemû amade ne û dê bên weşandin.

Nika di destê me da 3 paketê ezmûnan hene. Ev amade ne, dema ez bêjim '5 deqîqe şûnda bikin', dikarin bikin.

(LGS û YKS) Heke şertên tenduristiyê li me ferz bike, dibe ku were taloqkirin. Li gor min divê neyê taloqkirin, di demê da were kirin.

(Perwerdeya ji dûr va) Li dinyayê vî karî herî baş Çîn dike, dû Çînê ra em tên. Em ji welatên nadir yek in ku vê xebatê li tevahiya welatê xwe dikin.

Hûrgiliyên der barê kanala televizyonê da ew ê li ser hemû televizyonan, di xeberan da werin weşandin. Nika tê belavkirin.

Ji bo xwendekarên me yên xwendingehên taybet jî em ê di 23ê adarê da bernameya piştgiriya akademîk vekin.

(Perwerdeya ji dûr va) Dersên lazim dikin di televizyonê da bidin bi destê mamosteyên bi dildarî hatin amadekirin. Li navendê studyo û xwendingehên hatin tesbîtkirin mamosteyên me kom kom dixebitin, weşana testê dikin. Dawiya vê hefteyê naveroka ji bo televizyonê ew ê ji bo EBAyê were amadekirin.

Em nabêjin ku 'Em ê ji dersên ku hûn di têlevîzyonê da temaşe dikin, we têxin ezmûnê'. Derdê me kontrolkirin nîne, derdê me ezmûn jî nîne. Derdê me perwerde ye.

Pakêta me ya piştgiriya psîkososyal ew ê di nav 2 rojan da were eşkerekirin.

(Perwerdeya ji dûr va) Divê mîna polê be. Mirov dikare maseyekî dayne û li ser rûnê, şûna ku mirov rihet tevbigere, xwarin û vexwarinê dayne ber xwe, divê wekî ku di polê da ye, mirov tevbigere.

Bernameya me ya salane seba îsal li dar nîne. Ya ku li dar e pakêteke telafiyê ye ku em li bendê ne xwendekarên me di dawiya salê da bigihêjin cihên ku em dixwazin."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 02:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE