Li Bilîsê xwendekarên astengdar, li mala xwe perwerde dibin. Mielim diçin mala xwendekarên astengdar û li wir dersan didin wan.
Xwendekarên Astengdar ên ku nikarin herin mektebê, li male perwerde dibin.
Bi xebata Midûriya Perwerdê ya Bilîsê mamoste diçin malên astengdaran û li wir dersan didin wan.
Ji van dersan 75 telebeyên astengdar îstifade dikin. Arda Güler jî yek ji wan e.
Dê û bavê Ardayê biçûk ji vê xizmetê gelek razî ne.
Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2019, 11:52