Li Mûradiyeya Vanê li malekê agir derketibû û malbat bê xanî mabû. cîranan ji bo wan xaniyek amade kir û ew niha li wir dijîn. midûriyeta perwerdeyê jî ji bo ku zarok deersên xwe bişopînin televîzyon diyarî malbatê kir.
Tarik Şener bavê 3 zarokan e, li Mûradiyeya Vanê dijîn.
Zarokek astengdar e, du zarokên din jî xwendekar in.
Demek berê li mala malbatê agir derket û xaniyê wan şewitî.
Cîranan ji bo wan xaniyek amade kir û ew li wir dijîn.
Ji bo zarok ji dersên xwe nemînin Midûriyeta Perwerdeyê ya bajêr televîzyon diyarî wan kir.
Niha zarok li ser TRT EBA TV'yê dersên xwe dişopînin.