Meryem 11 salî ye û astengdar e. Ji ber ku nikare here dibistanê, mamosteyên wê her roj tên malê û ders didin wê. Meryem bi vî awayî li paş hevalên xwe namîne û dersên xwe temam dike.
Sepandina Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya bi navê “Li Malê Xizmeta Perwerdeyê” her roj pêş dikeve.
Li Bitlisê jî mamoste mal bi mal digerin û perwerdeyê didin xwandekarên astengdar.
Meryem jî, ji wan xwandekaran yek e. Mamosteyên wê tên malê û li wirê ders didinê.
Dayika Meryemê ji bo vê xizmetê gelek kêfxweş e û ji mamosteyên wê re dia dike.
Midûrê Şaxa Perwerdeya Gel jî bi mamosteyan re diçe malan û perwerdê dide xwandekaran.
Mamoste dibêjin ev xizmeteke pîroz e û ji bo ku xizmeteke wiha didin gelek memnun in.