Midûriyeta Perwerdeyê ya Siirtê, ji bo mamosteyên bajêr kursa mudaxeleya ewil vekir. Di kursê de rê, rêbaz û teknîkên mudaxeleya ewil a lezgîn tên dayîn.
Mamosteyên Siirtê di warê mudaxeleya lezgîn de kursê dibînin.
Kursa ku 2 rojan Dewam dike ji meha Îlonê ve ye dewam dike.
Heta niha li seranserê bajêr gelek mamoste beşdarî kursê bûn û di vî warî de hînî rê û rêbazên mudaxeleya ewil bûn.
“Hemû dinya girîngiyê dide mudaxeleya ewil a lezgîn. Ji ber vê me jî derheqê vê meseleyê de dest bi hin xebatan kir û ji bo mamosteyên xwe kursek vekir.”
Kursiyer didêjin; perwerdeya ku em dibînin ji bo her kesî gelek girîng e. Lewra mudaxeleya ewil carna merivan ji mirinê xilas dike.”