Bi sistbûna tevdîran re li gelek bajaran perwerdeya rûbirû dest pê kiribû. Şaredariya Bağlara Diyarbekirê jî bi awayekî belaş 150 xwendekarî li navendên xwe perwerde dike. Xwendekar ji bo azmûna têketina zanîngehan amadehıyê dikin. Ders û materyalên wan jî ji aliyê şaredariyê ve tên dayîn.
Diyarbekir jî li gorî rewşa koronayê di kategoriya cihên kêmrîsk de cî digire û gelek tevdîr li bajêr hatine sistkirin.
Bi hezaran xwendekar jî amadehiya azmûnên têketina zanîngehan dikin.
Li navendên Şaredariya Bağlarê jî ji bo xwendekarên kêmderfet perwerdeya rûbirû dest pê kir. Şaredarê Bağlarê Hüseyin Beyoğlu der heqê xizmetên şaredariyê de axivî.
Ders û materyal li navendên Şaredariya Bağlarê bêpere tên dayîn. Xwendekar jî li van navendan ji bo bigihêjin hedefên xwe dixebitin.
Di çarçoveya tevdîran de dê 150 xwendekar heta azmûnan werin perwerdekirin.