Perwerdeya telafiyê ya xwendekarên mexdûrên terorê dest pê kir

Li navçeyên Nisêbîn, Qiziltepe, Artuklu, Cizîr, Sîlopî û Îdilê li dibistanên ku ji ber êrîşên terorîstên YPG/PKKyî yên li Sûriyeyê hatibûn tetîlkirin, perwerdeya telafiyê dest pê kir

Perwerdeya telafiyê ya xwendekarên mexdûrên terorê dest pê kir

Li Mêrdîn û Şirnexê perwerdeya telafiyê ya xwendekarên mexdûrên terorê dest pê kir.

Li Nisêbîn, Qiziltepe û Artukluya navçeyên Mêrdînê û Cizîr, Sîlopî û Îdila navçeyên Şirnexê li dibistanên ku ji ber êrîşên terorîstên YPG/PKKyî yên li Sûriyeyê hatibûn tetîlkirin, perwerdeya telafiyê ya 44 hezar û 417 xwendekaran dest pê kir.

Di vê çarçoveyê da li Nisêbînê li 108 dibistanan ji bo 27 hezar û 541, li Artukluyê li 21 dibistanan ji bo hezar û 203, Qiziltepeyê li 27 dibistanan ji bo 2 hezar û 756, li Cizîr, Sîlopî û Îdilê jî li 55 dibistnan ji bo 12 hezar û 917 xwendekaran zengila dersê lê da.

Xwendekarên ku serê sibehê hatin Dibistana Navînî na Îmam Xetîbê ya Nisêbîn Mehmet Akif Ersoyê piştî rawestana rêznîşandanê û xwendina Sirûda Îstiqlalê derbasî polên xwe bûn.

Midûrê Dibistanê Abdussamet Tayfur di xîtaba xwe ya ji bo xwendekaran da destnîşan kir ku ew zehf kêfxweş in ku xwendekar bi xwestina xwe hatin dibistanê û herwiha seranserê hefteyê perwerde dê bênavber dewam bike.

Ji ber êrîşên rêxistina terorê YPG/PKKyê yên dijî sivîlan, li navçeyên Mêrdînê Nisêbîn û Qiziltepeyê 10ê cotmehê, li navçeya Mêrdînê Artukluyê û herwiha navçeyên Şirnexê Cizîr, Sîlopî û Îdilê jî 13 cotmehê dibistan hatibûn tetîlkirin. Li van navçeyên navborî perwerdeyê cardin 28ê cotmehê dest pê kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE