Di 20’ê hezîranê de ezmûna têketina lîseyan, yanî LGSê hate kirin. Encamên wê ezmûnê hatin eşkerekirin. Li Batmanê xwendekarê bi navê Furkan Kutlu, 500 puan stand û bû yekemînê Turkiyeyê. Li Mûşê jî xwendekarê bi navê Musa Yahya Uzun, bû yekemînê bajêr.
Li gorî encamên LGSê 181 xwendekar bûn yekemîn.
Yek ji wan jî ji Batmanê Furkan Kutlu ye.
Di ezmûnê de hemû pirs rast bersivandin û bû yek ji yekemînên Turkiyeyê.
Midûrê Dibistana Navîn a Kültürê Mehmet Emin Şimşek, xwendekarê serkeftî li meqama xwe ezimand û xelat dayê.
Li Muşê jî xwendekarê bi navê Musa Yahya Uzun ji hemû pirsan tenê yek xelet çêkir û bû yekemînê Mûşê.
Uzun bi malbata xwe re çû Dibistana Navîn a Adil Yazar û serkeftina xwe bi mamosteyên xwe re parve kir.
Her du xwendekarên serkeftî jî niha li bendê ne ku tercîhên xwe bikin û li gorî dilê xwe li dibistaneke baş bi cih bibin.