Piştî tetîla navberê ya ewil dibistan sibê vedibin

18 milyon xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî û navîn û lîseyê piştî tetîla ewil a navberê wê sibê herin dibistanê

Piştî tetîla navberê ya ewil dibistan sibê vedibin

Nêzî 18 milyon xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî û navîn û lîseyê piştî tetîla ewil a navberê ya 18-22yê mijdarê, wê sibê herin dibistanê.

Xwendekaran betlaneya navberê ya ewil a sala 2019-2020î di navbera 18-22yê mijdarê da kir. Di navberê da li 81 bajaran seba xwendekaran çalakî hatin lidarxistin.

MEBê seba mamsoteyan jî bernameyên ser mamostetiyê kirin û di bernameyan da aktivîteyên wek hunerî, sportîf, çandî hebûn.

- Salnameya perwerdeyê

Li gor "Modela Salnameya Xebatê ya Perwerde Hîndekariyê ya Nû" piştî betlaneya ewil a navberê, nîvê duyem ê serdema ewil sibê dest pê dike.

Betlaneya nîvê salê di navbera 20-31ê rêbendana 2020î da ye. Serdema duyemîn a perwerde û hînekariyê wê 3yê sibata 2020î da dest pê bike.

Betlaneya navberê ya duyemîn jî wê di navbera 6-10ê nîsana 2020î da be, 13ê nîsanê da nîvê duyemîn a serdema duyemîn dest pê dike û 19ê hezîranê da kuta dibe û betlaneya havînê ya 11 hefteyan dest pê dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE