Mamosteyên Dibistana Teknîkê ya Anadolûyê ya Midyata Mardinê, ji bo xwendekarên xwe yên xizan ji xêrxwazan daxwaza alîkariya amûrên sporê, cil û bergan kir. Di demeke kurt de xêrxwazekê gelek qolî malzeme şandin Midyatê.
Mûstafa Saylik, li Dibistana Teknîkê ya Anadolûyê ya Midyada Mêrdînê mamosteyê werzîşê ye.
Li dibistana wî 680 xwendekar hene û hin ji wan xizan in.
Mamoste, li ser medyaya civakî û bi nameyan ji bo amûrên sporê û cil û bergan ji xêrxwazan alîkarî xwest.
Xêrxwaz Saniye Hacibekiroğlû, dengê mamoste bihîst û 20 qolî amûrên sporê, cil û berg şandin Midyadê.
Xwendekaran, ji bo alîkariyê sipasî xêrxwazê kirin û kêfxweş bûn.