Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê bi slogana “pênûsa xwe biçîne bila hêşîn bibe” xebateke perwerdeyê da destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de xwendekarên li navendê derbarê çandiniyê de tên agahdarkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê ji bo bala zarokan bikişîne ser çandiniyê xebatek da destpêkirin.
Xebata bi slogana “Pênûsa xwe biçîne bila hêşîn bibe” li hemû dibistanên navendê tê birêvebirin.
Xebatkarên Şaredariya Mezin di çarçoveya xebatê de diçin dibistanên seretayî û agahiyên çandiniyê didin xwendekaran.
Piştî agahdarkirinê him li xwendekaran xelatên biçûk tên belavkirin, him jî pirtûkên li ser çandiniyê didin wan