Komeleya Alîkariyê ya Zarokên Şehîdan bi navê 81 bajar û 81 xeyal projeyek da destpêkirin. Endamên komeleyê çûn dibistana Xaburê ya li Qilêbana Şirnexê û li xwendekaran diyarî û pîzza belav kirin.
Komeleya Alîkariyê ya Zarokên Şehîdan ji bo ku xeyalên zarokên şehîdan bicih bînin dixebite.
Komeleyê bi navê “81 Bajar û 81 Xeyal” projeyek da destpêkirin. Endamên komeleyê di çarçoveya projeyê de ji Stenbolê çûn Şirnexê û Dibistana Xaburê ziyaret kirin.
Endamên komeleyê diyarî û pîzza li zarokan belav kirin.
Komeleyê heta niha li 15 bajaran xeyalên 50 zarokan bicih anîne.