Midûriyeta İŞKUR’ê ji bo astengdaran projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de astengdar wê derbarê çêkirina pergala kompîturê û temîrkirinê de bên perwerdekirin.
Li Muşê Midûriyeta İŞKUR’ê Projeya Temîrkirin û Avakirina Pergala Kompîturê da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de 30 welatiyên astengdar dest bi kursê kirin.
İŞKUR bi vê projeyê piştgiriyê dide welatiyên astengdar.
Kursiyer him karekî hîn dibin him jî rojê 35 lîre yewmiye distînin.
Astengdar rojê 8 saetan dersa kompîturê dibînin û kurs jî dê mehekê dewam bike.