Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Geverê projeya înovasyon û pêşxistina civakê da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de ji bo zarokan atolyeya daran hat vekirin. Zarok di atolyeyê de bi bermahiyên darîn berheman çêdikin.
Bi hevkariya Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê ya DAKA’yê û Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Geverê projeyek hat destpêkirin.
Di çarçoveya Projeya Înovasyon û Pêşxistina Civakê de ji bo zarokan atolyeya daran hat vekirin.
Zarok di van atolyeyan de bi bermahiyên darîn berhemên xweşik çêdikin.
Bi saya vê projeyê zarok him hînî pîşeyan dibin him jî bi berhevkirina bermahiyan derdora xwe paqij dikin.