Projeya "Şahiya Rêya Îrfanê

Xwendekarên Îmam-Xetîbiyê projeyên xwe pêşkêş kirin.

Projeya "Şahiya Rêya Îrfanê

Li Diyarbekirê ji aliyê Şaxa Fêrkirina Dîn a Midûriya Perwerdeya Neteweyî pêşaneyek hat lidarxistin. Xwendekarên mektebên Îmam-Xetîbê di "Şahiya Rêya Îrfanê" de hatin bal hev û projeyên xwe pêşkêş kirin.

Ji Diyarbekir û derdora wê xwendekarên bi dehan dibistanên Îmam-Xetîbiyê li Parka 15ê Tîrmehê civiyan.

Xwendekarên dibistana navîn projeyên ku di nav salekê de amade kiribûn pêşkêş kirin.

Di pêşaneyê de projeyên cûr bi cûr ên xwendekaran hebûn û her yek ji wan bi mebestekê hatibûn amadekirin.

Hin proje derbarê paqijiya derdorê de bûn hin ji wan jî derbarê teknolojî û hêsaniya jiyanê de.

Hedefa van projeyan jî ew bû ku xwendekar tecrubeyê bi dest bixin û bi pêş bikevin.

Di bernameyê de xwendekaran govenda gelêrî jî gerand.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE