Weqfa dildarên pêxember ji bo hefteya rojbûna pîroz pêşbaziya siyerê li dar xist. Ji bo vê pêşbaziyê li çar aliyên Tirkiyeyê gelek kes ketin ezmûnê.
Weqfa Dildarên Pêxember ji bo hefteya rojbûna pîroz ku di 14 û 20ê Nîsanê de ye, pêşbaziya siyerê li dar xist.
Li Kercewsa Batmanê nêzî 860 kes ketin ezmûnê.
Li Midyata Mêrdînê 28 navendên ezmûnê hebûn û nêzî 4 hezar kes ketin ezmûnê.
Li Silopiya Şirnexê 800 kesî ji bo yekemîniyê bersiv da pirsan.
Ji bo kesên serkeftî wê diyariyên wek kompîtir, bisqilêt û saet bên dayîn. 4 ji wan jî dê bên şandin umreyê.