Wezareta Perwerdeya Neteweyî qarneyên xwendekarên dibistana seretayî, navendî û lîseyê li ser palatforma elektronîk weşandin.
Li gorî agahiya ku ji wezaretê hat sitendin hemî xwendekarên di asta dibistana seretayî, navendî û lîseyê dedikarin li ser navnîşana înternetê ya "e-okul.meb.gov.tr" bigihijin qarneyên xwe. Xwendekar herwiha li ser heman pergalê dikarin belgenameyên xwe yên "teqdîr û teşekkur"ê jî bistînin.
Xwendekarên di asta lîseyê de jî dema daxwaza dîplomaya xwe bikin di tarîxa ku bê cîgirkirin dê ji dibistanên xwe werbigirin.