Her ku diçe eleqeya ji bo zaravayê zazakî/dimilî zêdetir dibe. Li Navenda Perwerdeya Gel a Bingölê kursa Zazakî hat vekirin. Kursiyer li vir hînî xwendin û nivîsandin bi zazakî dibin.
Kesên bi Kurdiya Zazakî dizanin, lê nizanin bixwînin û binivisînin…
Ji bo vê hewcedariyê li Navenda Perwerdeya Gel a Bingölê kursa Dimilî hat vekirin.
Di kursê de mamosteyên zaravayê Zazakî perwerdeyî didin.
Yên beşdarî kursê dibin di demeke kurt de him hînî xwendin, him jî hînî nivîsandina bi Dimilî dibin.
Kesên bi Zazakî nizanin jî dikarin beşdarî kursa perwerdeyê bibin.