Rêbera 2022-YKSyê

Rêbera Bername û Kontenjanên Hîndekariya Bilind a 2022-YKSyê hat weşandin

Rêbera 2022-YKSyê

Ji hêla Serokatiya Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) va Rêbera Bername û Kontenjanên Hîndekariya Bilind a 2022-YKSyê li ser malpera "//osym.gov.tr" hat weşandin.

Prof. Dr. Halis Aygun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku rêbera ji bo namzedên ku dê tercihan bikin, hat weşandin. Aygun her wisa got ku namzed dê tercihên xwe di navbera 27ê Tîrmehê-5ê Tebaxê da ji ser "//ais.osym.gov.tr"yê bikin.

Serokê OSYMyê Aygun tabloya daneyên hejmarî ya kontenjanên 2022 YKSyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Li gorî vê, kontenjanên giştî yên zanîngehên dewletê ji bo bernameyên pêşlîsansê 428 hezar û 635, ji bo bernameyên lîsansê 408 hezar û 53, ji bo bernameyên şiyana taybet 34 hezar û 134 bi tevahî jî 870 hezar û 822 ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE