Wezareta Perwerdeyê rêbera tercîh û bicîkirinê ya ezmûna lgs’ê ragihand. xwendekar wê li ser malpera înternetê ya meb.gov.tr’ê rêberê bibînin.
Xwendekar wê karû barên tercîhan yên lîseyan li ser e-okul’ê bikin.
5 mafên tercîhan yên xwendekaran hene.
Ji bo bicîkirinan, di navbera 1 û 12ê tîrmehê tercîh wê bên kirin.
Di 22yê tîrmehê de encamên bicîkirinê û kontenjanên vala wê bên ragihandin.
Ji bo xwendekaran 2 mafên neqlê wê hebin.
Heya ewil a neqlê di navbera 29ê tîrmehê û 2yê tebaxê de ye.
Encamên neqla ewil wê di 5ê tebaxê de bên ragihandin.
Heyama duyem a neqlan jî di navbera 5ê û 8ê tebaxê de ye.
Encamên wan jî wê di 10ê tebaxê de bên ragihandin.
Kar û barên tercîhan wê ji aliyê midurên dibistana ve bên erêkirin.