Rûniştina ewil a YKSyê bi Testa Têrdariyê ya Bingeh bidawî bû

Rûniştina ewil a YKSyê bi Testa Têrdariyê ya Bingeh bidawî bû

 Rûniştina ewil a Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) ya Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) dike bi Testa Têrdarinê ya Bingeh (TTB) dest pê kir. Ezmûn li navenda 81 bajarên welêt û Lefkoşayê tê kirin û 2 milyon û 607 hezar û 903 namzedî serî li ezmûnê xist.

Di çarçoveya YKSya 2021ê ya saet di 10.15an da dest pê kir da ji bo bersivandina pirsên TTByê 135 deqîqe wext dan xwendekaran.

Piştî saet 10.00an namzed hilnedan avahiyên ezmûnê. Ji bo namzedên nasnameya xwe winda kirin, nasnameya wan tune, an jî nimareya nasnameyê ya TC.yê li ser nehatiye nivîsandin an jî wêne li ser nasnameya wan tune jî midûriyetên serjimarê yên navçe û bajaran ew ê rojên ezmûnê vekirî bin.

Di TTByê 40 pirsên Tirkî, 5 pirsên dîrokê 5 pirsên erdnîgariyê, 5 pirsên felsefeyê, 5 pirsên agahiya exlaqî û dînî yan jî felseyê, 40 pirsên matematîka bingeh, 7 pirsên fizîkê, 7 pirsên kîmyayê û 6 pirsên biyolojiyê ew ê werin bersivandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE