Roja ezmûna LGS’ê diyar bû

Xwendekar wê êdî pirsên matematîkê di 80 deqîqeyan de çêkin

Roja ezmûna LGS’ê diyar bû

Dema ezmûna lgs’ê ango azmûna derbasbûna lîseyan diyar bû. Di 1ê hezîrana 2019an de bi sed hezeran xwendekar dê bikevin ezmûnê. Her wiha dema beşa matematîkê ku berê 60 deqîqe bû jî wek 80 deqîqe hat dirêjkirin. Wezareta perwerdeyê di vê pêvajoyê de her meh dê pirtûkçeya pirsên mînak biweşîne da ku xwendekar jê sûd werbigirin.

Ezmûna derbasbûna lîseyan LGS dê di 1ê Hezîrana 2019an de were kirin.

Ezmûn dê wek 2 rûniştinan were kirin.

Dê 90 pirsên pirbijarte werin pirsîn.

Herwiha di hejmara pirs û dersan de tu guhertin nehat kirin.

Ezmûn dê li gorî bernameya hînkirinê ya pola 8an were kirin.

SOSYAL: 50 PİRS 75 DEQÎQE

FEN Û MATEMATÎK: 40 PİRS 80 DEQÎQE

Maweya rûniştina matematîkê 20 deqîqe hat dirêjkirin.

Ji bo 40 pirsên matematîkê dê 80 deqîqe dem hebe.

Ji bo beşa taybet a 50 pirsî jî dê 75 deqîqe mawe were dayîn.

Wezareta Perwerdeyê ji bo ku xwendekar jê sûdê bigirin di meha cotmehê û mijdarê de ji bo her du mehan hin pirtûkçeyên pirsên mînak weşandibûn.

Wezaret dê her meh van pirtûkçeyan pirsên mînak biweşîne.

Dîroka nûkirinê: 27 Mijdar 2018, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE