Sala nû ya perwerde û hîndekariyê wê sibê dest pê bike

Sala nû ya perwerde û hîndekariyê wê sibê di 9ê Îlonê roja duşemê dest pê bike. Di dibistanên fermî û taybet da 18 milyonî zêdetir xwendekar û milyonekî zêdetir mamoste wê dest bi perwerdeyê bikin

Sala nû ya perwerde û hîndekariyê wê sibê dest pê bike

Piştî betlaneya havînê ji bo 18 milyonî zêdetir xwendekar û milyonekî zêdetir mamosteyan sala nû ya perwerde û hîndekariyê wê sibê dest pê bike.

Di dibistanên fermî û taybet da 18 milyonî zêdetir xwendekar û milyonekî zêdetir mamoste wê di sala 2019-2020an a perwerde û hîndekariyê da di 9ê Îlonê roja duşemê dest bi perwerdeyê bikin.

Heyama ewil a sala perwerde û hîndekariyê wê di 17ê Çileya Paşîn a 2020an roja Înê biqede.

Heyama duyem wê di 3 Sîbata 2020an roja Duşemê dest pê bike û wê 19ê Hazirana 2020an roja înê temam bibe.

Betlaneya navberê ya heyama duyem jî wê di navbera 6-10ê Nîsana 2020an da çêbibe.

Serlêdanên xwendekaran ên ji bo qursên piştgirî û perwerdeyê yên ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî va bêpere ji xwendekaran û yên mezun bûne ra tên dayîn jî wê di navbera 19-23yê Îlona 2019an da çêbibin.

Polên qursan wê di navbera 24-29ê Îlona 2019an da bêne amadekirin. Qurs wê di 30yê Îlona 2019an da dest pê bikin, 7ê Hezîrana 2020an da temam bibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE