Sala nû ya perwerdeyê dest pê dike

Beriya dibistan vebin, danûstendinên ji bo xwendekaran zêde bûn

Sala nû ya perwerdeyê dest pê dike

Sala perwerdeyê ya 2017 û 2018an dest pê dike. Piştî betlaneya havînê dê 17 milyon xwendeakar careke din berê xwe bidin mektebê. Ji bo heyama nû li seranserê welêt kelecaneke mezin heye. Li hin cihan danûstandinên ji bo xwendekaran, li hin cihan xebatên ji bo avakirin û paqijkirina dibistanan heye. Em berê xwe bidin herêmê…

Ji bo 17 milyon xwendekarî heyama nû ya perwerdê dest pê dike.

Xwendekarên pola ewil ji bo hînbûnê dest bi mektebê kirin û niha dora xwendekarên din e.

Tenê ne xwendekar, dê û bavên zarokan, mamosteyên wan û xebatkarên ku wê paqijiya dibistanan bikin jî zend û bend vemalîn.

Ji bo xwendina biçûkan, li seranserê welêt haziriyeke mezin dewam dike.

Li Qosera Mêrdînê danûstandinên ji bo zarokan didomin…

Li Mûşê jî xebatên ji bo heyama nû bênavber dewam dikin.

Karker û xebatkarên ku wê di hemû heyamê de xebatên mekteban bikin jî hazir in.

Helbet beriya dibistan vebin wekî her gavî fedakariyên gelek mezin jî hene.

Mamosteyên gundan ji bo xwendekarên xwe hînî sewax û boyaxê dibin.

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2018, 12:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE