Li Gevera Colemêrgê kursên xwendin û nivîsandinê hatin vekirin. Kursên ku di çarçoveya seferberiya xwendin û nivîsandinê de hatin vekirin ji xelkê bajêr eleqeyeke mezin dibînin.
Ji bo hînî xwendin û nivîsandinê bibin diçin kursan.
Li Gevera Colemêrgê ji aliye Midûriya Perwerdeya Gel a Geverê kursên xwendin û nivîsandinê hatin vekirin.
Li 44 kursan nêzî 400 Geverî hînî xwendin û nivîsandinê dibin.
Tê ragihandin bi taybetî jî keç û jinên bajêr eleqe nîşanî kursan didin.