Serkeftina xwendekarên lîseya fenê

15 xwendekaran dixtorî, 5 xwendekaran jî bijîşkiya diranan qezenc kir.

Serkeftina xwendekarên lîseya fenê

Telebeyên Lîseya Fenê ya Midyata Mardinê îsal di azmuna YKS’ê de serkeftineke mezin bi dest xist. Ji xwendekaran 15 heban bijîşkî, 5 heban bijîşkiya diranan, 3 heban dermanfiroşî û gelekan jî beşên din qezenc kirin. Serkeftina xwendekaran, ji bo gelê Midyatê jî bû kêfxweşiyeke mezin…

Di dîroka Midyatê de cara ewil e ku ewqas xwendekar beşên bilind û hêja qezenc dikin.

Bi qasî 90 xwendekarên Lîseya Fenê ya Midyadê îsal bi azmûna YKS’ê ketin beşên gelek bilind.

Ji xwendekaran 15 heban dixtorî, 5 heban dixtoriya diranan, 3 heban dermanfiroşî û yên din jî ji mihendisiyan bigirin heta asîmangeriyê gelek beş qezenc kirin.

Serkeftina zarokan him ji bo wan û malbatên wan, him jî ji bo xelkê Midyadê bû kêfxweşiyeke mezin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE