Serokatiya Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) hişyarî da ku serîlêdana Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) ya 2019an îro bi dawî dibe.
Li ser hesabên medyaya civakî yên OSYMyê hişyarî dan kesên ku ew ê serî li YKSyê bixin. Di peyamê da hat diyarkirin ku serîlêdana ji bo YKS-2019an li ser înternetê hetanî îro (6ê adarê) saet 23.59an dewam dike û ji wê saetê şûnda heqê serîlêdanê xilas dibe.
Kesên ku di pola dawîn a lîseyan da perwerdeyê dibînin, kesên ku pola dawîn a lîseyê dubare dikin û yên ku lîse qedandine dikarn serî li YKS-2019ê bixin.
AA