Serlêdanên ALESê dest pê kir

Serlêdanên Ezmûna Destpêkirina Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk ya ku ew ê di 5ê gulanê da bi destê OSYMyê were kirin dest pê kir

Serlêdanên ALESê dest pê kir

Serlêdanên ji bo Ezmûna Destpêkirina Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (2019-ALES/1) ya ku ew ê di 5ê gulanê da bi destê Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) were kirin dest pê kir.

Li gor daxuyaniya li ser malpera OSYMyê hat weşandin, serlêdanên ezmûna 2019-ALES/1ê wê di navbera 5 û 13 adarê da werin kirin.

Ezmûn wê 5ê gulanê li navenda 81 bajarî û Lefkoşeyê were kirin. Ezmûnê di 10.15an da dest pê bike û ji bo bersivdayînê jî wê 150 deqîqe were dayîn.

Serlêdanên ezmûnê ji îro pê va hetanî 28ê adarê ew ê dewam bikin û kesên bixwazin dikarin li ser malperê jî serîlêdana xwe temam bikin. Puanên ezmûnê wê heta 5 sala derbas bibe.

Kesên eleqedar ji bo belgeyên tên xwastin û hûrgiliyên agahiyan dikarin li malpera OSYMyê bişopînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE