Serlêdanên ALESê

serlêdanên ezmûnê heta 27ê îlonê dê dewam bikin...

Serlêdanên ALESê

Serlêdanên ji bo Ezmûna Destpêkirina Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (ALES) ya ku dê di 18ê mijdarê da bi destê Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) were kirin dest pê kir.

Daxuyanî li ser malpera OSYMyê hat weşandin: ezmûna ALESê dê 18ê mijdarê li navenda 81 bajarî û Lefkoşeyê were kirin. Ezmûn, di 10.15an da wê dest pê bike û bi tevahî 150 deqîqe dê ji bo bersivdayînê were dayîn.

serlêdanên ezmûnê heta 27ê îlonê dê dewam bikin...kesên bixwazin dikarin li ser malperê jî serîlêdana xwe temam bikin.

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2018, 11:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE