Serlêdanên ji bo Ezmûna Tesbîtkirina Asta Zimanê Biyanî (2019-YDS/2) ya heyama payîzê ya ku ji hêla OSYMê tê lidarxistin wê îro biqede.
Li gor daxuyaniya ku ji ser hesaba twîtterê ya OSYMê hat dayîn, ezmûna 2019-YDS wê di 8ê îlonê da bê kirin.
Namzed dikarin li ser navnîşana "https://ais.osym.gov.tr"yê serlêdanên xwe temam bikin.
Li gor daxuyaniyê serlêdanên ezmûnê wê îşev di saet 23.59an şûn da biqede.
AA